Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Derbarê Binpêkirina Peymanên li Dor Sûriyê Tirkiya Sûcdar Dike


Erdogan û Putin

Roja Çarşemê Kremlîn di daxûyaniyekê da, Tirkiye li hember binpêkirina sozên li ser Sûriyê sûcdar kir û got, bo "vederkirina" çekdarên tundrê yên li Îdlibê, Tirkîya li gor peyman û sozên hatine dan tev nagere.

Kremlîn dîsan dibêje, êrîşên li wê herêmê bo ser hêzên Sûrî û Rûsî tên dom kirin.

Daxûyaniya Kremlîn di wî çaxê de hat, dema ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotîye, leşkerên Tirkîyê dê li her cih û di herdemî da, êrişî ser leşkerên Sûrî bikin, dema ku tiştek bi serê her leşkerekê Tirk were. Ev alozî di wî çaxî de pêk tên, dema ku leşkerê Sûrî dixwaze kontrola Îdlibê bike.

Peyvdarê bi navê Kremlîn Dmitry Peskov dibêje, Moskow heta niha pêgiriyê bi wan peymanan dike yên ku li gel Tirkîyê pêk anîne, lê dide zanîn ku, êrîşên niha li Îdlibê çê dibin nayên qebûl kirin û ev dijî lihev hatinên li gel Tirkîyê ye.

Peskov dibêje "li gor peymanê aliyê Tirk soz dabû ku çekdarên terorîst yên li Îdlibê veder bike."

Peskov di preskonferansekû da ya bi rêya telefonê hatî encam dan got" lê mixabin em dibînin ku ew grub heta niha li Îdlibê êrîşan li dij leşkerê Sûrî encam didin û herwisa êrîşî bingehên me yên leşkerî dikin".

Wek tê zanîn Rûsya û Tirkiya di sala 2018an da lihev hatbûn ku herêma kêmkirina nakokiyan li Îdlibê ava bikin û agirbest ragihand bû, lê rojên dawiyê şer û pevçûnên herî dijwar li Îdlibê pêkhatin û bo cara yekê leşkerê Tirk û yê Sûrî êrîşî hevdu kirin û leşkerên herdu aliyan hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG