Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pekoz:Tirkîye jibo Efrîn û el-Babê Naxwaze Îdlib Were Çareserkirin


Mustafa Pekoz

Berîya du rojan di navbera artêşa Sûrîye û artêşa Tirkîye de li bajarokê Seraqîb ku girêdayî bajarê Îdlibê ye şer û pevçûnan rû da. Wezareta Parastina Tirkîyê dîyar kir ku 7 leşker û endamekê sivîl ku girêdayî artêşa wan e jîyana xwe ji dest da. Herwiha 13 leşker jî birîndar bûne. Piştî vê bûyerê Tirkîyê dîyar kir ku ewan bersiveke tund ya leşkerî nîşan da.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî dîyar kir ku di bersivdayîna Tirkîyê de 6 leşkerên ku girêdayî artêşa Sûrîye jîyana xwe ji dest dane û 20 jî birîndar bûne.

Piştî pevçûnên di navbera herdû artêşan de serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan careke din lihevkirina Adana anî rojevê. Erdogan anî ziman ku hebûna wan a li Sûrîye rewaye.

“Hin kes dibêjin çi karê we li Sûrîye heye? Di destê me de lihevkirina Adana heye û em jiber vê lihevkirinê hene.” Wî got.

Gelo girjîya di navbera Tirkîyê û Sûrîye de dê encamên çawe bi xwe re bîne?

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz ji Dengê Amerîka re anî ziman ku Tirkîyê naxwaze bi hêsanî mijara Îdlib were çareserkirin.

‘’Jiber ku pê dirêjkirina pirsgirêka Îdlibê pozîsyona Tirkîyê ya li Efrîn û el-Bab dê xurtir bibe. Jiber ku evder neyê çareserkirin Efrîn û el-Bab nayê rojêve. Hindakirina Îdlib jibo Tirkîyê ewqas ne girîng e. Tirkîye bi Îdlib dixwaze dem qezenç bike.’’

Pekoz li ser lihevkirina Adana ya di navbera Sûrîye û Tirkîye jî dîyar kir ku, jibo lihevkirina Adana divê Tirkîyê bi rejîma Sûrîye re tekilîyên diplomatîk çêbike.

‘’Lihevkirina Adana ne jibo Îdlib zêdetir herema Rojava bû, jibo Qamişlo, Serêkanîyê û Kobanê hatibû rojevê. Û pê vê lihevhatinê tê dîyar kirin ku Tirkîyê an jî Sûrîye dikare heta 5 kîlometreyan di nav axên hevdu de operasyonên leşkerî bike.’’

Pekoz bawer dike Sûrîye dê demeke nêzik de operasyona el-Babê bide destpêkirin û Sûrîyê dê bi Hêzên Sûrîye ya Demokratîk re jî lihevhatinan çêbike.

Hêjayî birxistinê ye ku Îdlib wek herêma dawî ya di destê serhildarên Sûrî de tê dîtin. Herwiha jiber rekeftina Soçî ya sala 2018’an de Tirkîyê 12 noqteyên çavdêrîyê hene. Rêvebirîya Şamê ji Mijdara 2019’an vir ve êrîşên li herêma Îdlibê gurtir kirine da ku Îdlibê bike bin kontrola xwe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00


XS
SM
MD
LG