Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Divê Rûsya Hêzên Sûrî li Îdlibê Sinordar Bike


8 leşkerên Tirk li Îdlib di êrîşa leşkerên Sûrî da hatin kuştin

Roja Sêşemê Tirkiyê bang li Rûsya kir, da ku hêzên Sûrî yên li Îdlibê li bakurê rojhilatê welat hene ragire û wan kontrol bike. Rojekê piştî ku 8 leşkerên Tirkî di êrîşekê da hatbûn kuştin ku Tirkiyê leşkerê Sûrî bi kuştina wan tawanbar dike, Rûsya hişyar kir.

Mevlut Çavuşoglu Wezîrê derve yê Tirkiyê roja Sêşemê gote rojnamevanan"Min gote hevpîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov, rejîm êrîşan provoke dike ser xalên kontrol kirinê li Îdlib, û em dê bersivê bidîn eger ku ev berdewam bibe, û divê ew di zûtirîn dem da rejîmê kontrol bikin".

Çavuşoglu herwiha got"Em wê jî qebûl nakin dema bêjin, baldestîya me ya tam li wêderê li ser hêzên Sûrî nîne". Çavvuşoglu da zanîn ku ew dikarin peymanên bi Rûsya ra yên li ser Îdlibê bihên nûkirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku zêdetirî 8 salane şerên navxweyî li Sûriyê tên dom kirin, Rûsya û Îran piştevaniya rejîma Beşar Asad dikin, û Tirkiye jî grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî destek dike, heta niha gelek caran li Astana û Soçî peymanên duqolî û sêqolî li ser aloziyên li Îdlib û şerên li Sûriyê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê da çêbûn, lê dîsan alozî dom dikin.

Herî dawî rojek berî şer û pevçûn di navbera hêzên leşkerên Tirkiyê û yê Sûriyê de li Îdlibê li nêzîk bajarokê Seraqib derket bûn û leşkerên herdu alîyan di wan êrîşan da hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG