Serokê Çadê Îdrîs Deby, ku pirtir ji 30 salan desthilardarê wî welatî bû,di pevçûnên bi serhildayan de hate kuştin.
Berdevikê artêşa Çadî Azem Bermendao ragihand ku Deby li enîya şer ya dijî serhildayan, li bakurê welêt hate kuştin.
Televîzyona dewletê jî got ku kurê Deby, Mihemed Kaka li şûna bavê xwe erka seroktîyê rakiriye ser xwe.
Deby 68 salî bû û wî di 1990’î de, di encama darbeyekê de hatibû ser desthilatê û ji jimareke darbeyên leşkerî filitîbû.
Ew di şerê dijî tundrêyên îslamî de yek jî hevbendên girîng yên welatên Rojavayî bû.