Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmarat Dibêje Artêşa Wê Êrîşeke bi 3 Dronan Têk Biriye


Dîmeneke ji êrîşeke dijî Ebû Dabî ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî 17 Rêbendan, 2022

Artêşa Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî îro Pencşemê ragihand ku bi çend dronan dijî welatê wan êrîş hatiye kirin.

Wezareta Berevanîya Îmaratê berîya nîvê şeva Çarşemê li ser Twitterê ser êrîşê daxuyanîyeke weşand.

Wezaretê dîyar kir ku artêşa welêt sê 'dronên dijmin' yên ku danê sibê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî kirine armanc, têk biriye.

Hevdem, wezaretê da zanîn ku êrîş "ji heremên şênîbûyî dûr " pêk hatiye, lê pirtir hûrgulî eşkere nekir.

Komek kêm naskirî ku berê êrîşeke di Rêbendana 2021'an de qesrek li Erebistana Saudî armanc kiribû, berpirsîyarîya vê êrîşê jî dîyar kir.

Karbidestên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bawer dikin ku êrîş ji Iraqê hatiye kirin.
Ev di hefteyên dawî de êrîşa çara ya bi vî rengî ya dijî wî welatî ye.

Ev îhtîmala ku Îmarat piştî sê êrîşên vê dawiyê yên serhildayên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, iha ji bakur û başûrê xwê jî tê armanc kirin.

XS
SM
MD
LG