Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Bo 13 Welatan Qedexeya Vîzayên Nû Radigîne


Balafirên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî

Reutersê ragihand ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ji 18'ê Mijdarê vir ve dayîna vîzeyên nû ji 13 dewletên misilman re rawestandîye ku di nava wan de Îran, Sûrîyê û Somalî jî hene.

Wê dewletê ragihand ku serîlêdanên vîzeyên nû yên bo xebat û serdanê ji welatîyên li derveyî Îmaratê ne jî hatiye sekinandin.

Di nava wan dewletan de Afganistan, Lîbya û Yemen jî hene.

Li gor daxuyanîyê qedexeya vîzayê bo welatîyên Cezayîr, Kenya, Îraq, Lubnan, Pakistan, Tunus û Tirkîyê jî tê bi kar anîn.

Zelal nebûye ku di biryara qedexeyê de şertên taybet ya dayîna vîzayan heye yan na.

Wezareta karên derve ya Pakîstanê hefteya borî ragihandibû ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo hemwelatîyên wê yên hin welatên din dayîna vîzayên nû rawestandiye.

Wezaretê herwiha gotibû ku wê di derbarê sedama vê biryarê ji Îmaratê agahî daxwaz kiriye, lê ew difikirîn ku ev rawestandin girêdayî pandemîya vîrusa korona ye.

Pakîstanê da zanîn ku kesên ku vîzeyên wan heye wê ji qedexeyên nû bandor nebin û ewê bikaribin têkevin Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.


XS
SM
MD
LG