Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington: Raportên Mediya Îranê Yên Derbarê Lihevguhertina Girtîyan Nerastin


USA, Washington, U.S. State Department Spokesman Ned Price

DUBAI, 2ê Gulanê (Reuters)- Televizyona fermî ya dewleta Îranê weşand ku Tehranê Yekşemê gotîye ewê 4 girtiyên Amerîkaê yên bi tawana sîxoriyê hatine girtin azad bikin, li hember 4 girtiyên Îranî yên li Amerîka girtîne û dê destberdayî 7 mîlyar dolaran bibe ku malê Îranê ne, li Amerîka hatine cemidandin.

Lê hikûmeta Amerîkî red kir ku wan lihevguhertina karan li gel Îranê encam dabe. Televizoynê ji zarê berpirsekî hikûmeta Tehranê day xuyakirin ku wan welatiya Brîtanî-Îranê Nazanin Zaghari-Ratcliffe azad bikinn li hember pereyên Îranê yên alavên leşkerî ku deyn bûn li ser Brîtanya dê vegerîne.

Berpirsekî wezareta derve ya Brîtanya derbarê vê raportê gotiye, niha Îran û hêzên Navnetewî di nava diyalogê dane bo zindîkirina peymana 2015ê ya bernama navokî ku Washingtonê berî 3 slan xwe jê vekişandî ye.

Berpirsên Îranê meha borî gotbû ajansa Reuters ku demkî rêkeftin dikare bibe awayek ji bo bidestxistina demê ya çareseriyek mayînde dema ku pereyên Îranê yên cemidandî li gor sizayên Amerîka li ser Îranê ferzkirîn bihên berdan, herwiha gotiye ku "Azadkirina Nazanin Zaghari li hember ku Brîtanya 400 milyon pereyên Îranî yên zepkirî bide û rêveberîya Biden razî bûye ku 7 mîlyar dolaran bide Îranê."

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîka Ned Price gotiye Reuters"Raporta derbarê gehiştina lihevhatine ya berdana girtiyan ne raste."

Herwiha Berpirsê Dîwana Qesra Spî Ron Klain gotîye"Mixabin ku ew raport ne rast in, ti lihevhatinek nîne derbarê 4 Amerîkiyên girtî." Ev yek Ron Klain gotiye tora CBS ê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG