Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bo Lihev Guhertina Girtêyan li Gel Amerîka Amade Ye Lê Bo Diyalogê Na


Mike Pompeo û Javad Zarif

Peyvdarê hikûmeta Îranê roja Duşemê da eşkere kirin ku Îran ji bo lihev guhertina hêjî girtî û êxsîran li gel Amerîka amdeye, lê ewê diyalogê bi Amerîka re nekin.

Daxûyaniya berpirsê Îranî û peyvedarê kabîna hikûmetê Ali Rabai'î ya yekê ye piştî ku dawiya hefteyê lihev guhertina girtîyan di navbera Îran û Amerîka de pêkhatbû.

Welatîya Amerîkî ya ji esil de Çînî û lêkolînvan ya ji Princeton "Xiyue Wang" ku 3 salan li Îranê girtî bû serbest hat berdan. Herwiha Amerîka ji aliyê xwe de zanayê Îranî Masûd Soleymanî yê ku li Amerîka girtî bû serbest kir.

Ali Rabai'î di pres konferansekê de li Tehran got"Em amade ne bo vegerandina her hemû Îraniyên li Amerîka yên bi şêweke ne qanûnî hatine girtin serbest bikin."

Rabai'î got, lê ji derveyî vê pirsê emê diyalogê derbarê pirsên din bi Amerîka re nedîn destpê kirin.

Ali Rabai'î da zanîn ku diyalog tenê di çarçova civînên 5+1 de pêk bihê, yanî bi amadebûna her 5 welatên endamên herdemî yên Civata Ewlekarîya Netewên Yekbûyî de tevî Almanya û bi mercê ku Amerîka pêşî sizayên aborî li ser Îranê hilîn e.


Herwiha Wezîrê derve yê Îranê, Mohammad Javad Zarîf, di twîteke xwe de ku roja Duşemê weşandî ye, dibêje"Gok niha di yarîgeha Amerîka de ye." Herwiha dibêje"Îran amadeye bo lihev guhertina êxsîran." Zarif ev yek got, dema ji bo Konferanseke herêmî li Tirkîyê bû.

XS
SM
MD
LG