Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Cûdahîyên Xwepêşandanên Vê Carê yên Îranê Çi Ne?


Protestoyên Îranê

40 sal in, rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser desthilatê ye, çendî diçe rewşa aborî, siyasî û civakî ya wî welatî wêrantir dibe. Îran li gelek welatan destê xwe dixe nav karên wan yên navxweyî, weke Yemen, Lubnan, Sûriya û Îraqê.

Piştevanîya rejîma melayên Îranê bo grûbên çekdar yên li wan welatan bandorek raste rast li ser aborîya wî welatî heye.

Ji sedema reftarên rejîma Îranê Amerîka dorpûçên aborî xistine ser Îranê, ji sedema van dorpûçan aborîya Îranê lawaz dibe, herî dawî ji encama nebûna çavkaniyên enerjîyê rejîma Tehranê biryar da ku 50% buhayê banzînê zêde bike, ewê ji 50% ev buha bo wergirtina 60 lîtreyên banzînê be, lê dema ku ji 60 lîtreyan bixwazin, ewê buhayê her lîtrekê 200% zêde bibe.

Ji ber biryara zêdekirina buhayê banzînê roja îna derbazbûyî li gelek bajaran gel dest bi xwepêşandanên nerazîbûnê kirin, û heta îro Sêşemê protesto li hin bajaran dom dikin.

Çavkanîyên dewletê dibêjin, di xwepêşandan de herî kêm 6 kes hatine kuştin û 3 kes ji hêzên ewlekarîyê jî hatine kuştin ku 2 ji wan pasdar in, û yek jê Hêzên Bergirîya Milî "Besîc"ê ne.

Lê roja Sêşemê rêxistina Lêborîna Navnetewî – Amnesty International "AI" got, herî kêm 106 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û sedan jî birîndar hûne.

Nasir Babaxanî şirovekarê siyasî
Nasir Babaxanî şirovekarê siyasî


Ji bo gotûbêja li ser vê mijarê bernama "Hest Û Helwest" mêhvandarîya her yek ji berêz Nasir Babaxanî, mamsteyê zanîngehê û şirovekarê siyasî li Washington û berêz Kakşar Oremar, Rojnamevan û şirovekarê siyasî ji Almanya beşdarî bernamê bûn.

Pêşî berêz Nasir Babaxanî got"Sistema desthilatdar dê bi tûndî û zûlmê xwepêşanderan bêdeng bike û wan bixe zîndanê, dema Amerîka nexwaze rejîma Tehranê bihê guhertin ewê tûndtir bibe û li hember dengên nerazî yên navxwe tûndiyê bikar bîne'.

Babaxanî herwiha dibêje"kesekî weke Xameneyî rêberê Komara Îslamî ya Îranê di vî emirî de yê ku gihaye astê rêberîyê ne mumkine helwest û eqlê xwe biguherîne yan çaksaziyan encam bide".

Kakşar Oremar Rojnamevan û şirovekarê siyasî
Kakşar Oremar Rojnamevan û şirovekarê siyasî


Herwiha berêz Kakşar Oremar jî anî ziman ku "Ji ber dorpêçên aborî yên Amerîka û Rojava li ser rejîmê feriz kirine, ew şkestên xwe yên aborî ji xwîna gel derdixîne".

Kakşar herwiha dibêje"Cûdahîya xwepêşandanên vê carê ewe ku, xwepêşandanên seranserî bûn, li hemû herêmên Îranê hat destpêkirin".

please wait

No media source currently available

0:00 0:32:07 0:00


XS
SM
MD
LG