Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Ser Çêkirina Çekên Navokî Hişyarî Dide Welatên Rojava


Mahmud Alevî

Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê Mahmud Alevî hişyarî da dewletên Rojavayî ew dikarin çekên navokî bi dest bixin, ger toleyên giran yên navnetewî ranewestin.

“Programa me ya navokî aştîyane ye û fetwaya rêberê me yê mezin çekên navokî qedexe kirine. Lê, ger ew Îranê mecbur bikin ku çekên navokî ava bike, hîngê ewê nebe sucê Îranê,” Alevî di televîzyona dewletê de got.

Daxuyanîya Alevî balkêş e jiber ku karbidestên Îranî kêm caran derbarê çêkirina şekên navokî dipeyîvin.

Tehran bi pêgirî dibêje ku programa wê ya navokî tenê jibo mebestên aştîyane ye lê dewletên Rojavayî bawer dikin ku armanca rastîn çêkirina çekên navokî ye.

Li Îranê bendarîyek heye ku rêvebirîya nû ya Amerîkî toleyên heyî rake û vegere peymana navokî ya sala 2015’an.

XS
SM
MD
LG