Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê 229 Kesên Din jiber Vîrusa Korona Mirin


Li moleke paytext Tehranê kirîyar bi rûberkan xwane dibin

Îranê îro Sêşemê ragihand ku di 24 seatên dawî de, bi awayê rekorî 229 kesên din jiber vîrusa korona mirin.

Rekora berê ya mirinên rojanê 221 bû ku di 9’ê Tîrmehê de hatibû tomar kirin.

Berdevika wezareta saxlemîyê Sîma Sedat Larî di televîzyona dewletê de ragihand ku heta niha 14,634 mirin ji korona çêbûne û bi giştî 278,827 bûyerên pêketina korona çêbûne û 242,351 ji wan qenc bûne.

Li Îranê rêjeya mirinên ji vîrusa korona di meha Nîsanê de rabûbû asta herî bilind û di Gulanê de kêm bûbû, lê di Hezîran û Tîrmehê de rekor şikandibû.

Hikûmeta Îranê ku di meha Nîsanê de dest bi sistkirina tedbîrên dijî korona kiribû, jiber zêdebûna pêketinên nû pêngavên nû yên pêşîgir ragihandibûn.

Bajarvanîya Tehranê xwendingeh, pirtûkxane, sînema, dawetgeh, mizgeft û muzexane bo hefteyekê girtîbûn.

Medya Îranî di demên dawî de rêberê ruhanî Ayetullah Alî Xameneyî bi maskê nîşan dide ku gel jî bi heman awayî rûberk û alavên xweparastinê bi kar bînin.

XS
SM
MD
LG