Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Alozîya li Kendavê, Îran Careke Din Gefan li Amerîka Dike


Nîsan 15, 2020
Nîsan 15, 2020

Fermandarê Nobedarên Şoreşê ya Îranê General Huseyîn Selamî îro Pêncşemê got ku ger li Kendavê gefan ser ewlehîya wê were kirin, ewê keştîyên şerker yên Amerîkî hilweşînin.

“Ewlehîya Kendavê jibo Îranê xwedîyê girîngîyeke stratejîk e û emê parastina keştîyên Îranê yên leşkerî û sîvîl misoger bikin,” Selamî got.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê Tehran hişyar kiribû ku pirsgirêk ji gemîyên şerker yên Amerîkî re dernexin.

“Min destûr daye Hêzên Deryayê yên Amerîkî ku bersîvdana hemî gemîyên Îranî bidin ku gefan li ser ewlehîya wan bikin.”

Leşkerîya Amerîkî demeke zûtir ya vê mehê ragihandibû ku 11 gemîyên şerker yên Nobedarên Şoreşê ya Îranê, bi awayekî xeter û provakatîf gelek nêzî keştîyan wê bûne.

XS
SM
MD
LG