Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Amerîkayê Serbestberdana 10 Mîlyar Dolarên Cemidandî Daxwaz Dike


Dîmeneke ji danûstandinên li Vîyana yên bo vejandina peymana navokî yên bi Îranê re.

Wezîrê karên derve yê Îranê îro Yekşemê ragihand ku karbidestên Amerîkî hewil dane ku ser jinûve destpê kirina danûstandinên navokî meha borî gotûbêj bikin.

Wezîr Huseyîn Amirabdollahian di hevpeyvenîke bi televîzyona dewleta Îranê de derbarê danûstandinên peymana navokî ya 2015'an de axifî.

Amirabdollahian got ku Amerîkayê meha borî bi rêka navbeynkarên Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestine ku têkilîyê deyne.

Lê, Amirabdollahian ji wan re dayê zanîn ku wek nîşana nêta baş divê Waşîngton pêşî 10 milyar dolar ji dravên cemidandî yên Tehranê serbest berde.

"Amerîkî hewl dan ku li Civata Giştî ya NY ya li New Yorkê bi rêkên cûda bi me re têkilî daynin.M in ji navbeynkaran re got heke armancên Amerîkayê ciddî bin wê hingê nîşaneke cidî pêwîst dike.Bi serbest berdana herî kêm 10 mîlyar dolar dravê astengkirî, " Amirabdollahian got.

Amirabdollahian dîyar ku Amerîkî naxwazin ku 10 mîlyar dolarên gelê Îranê serbest berdin da ku ew bibêjin ku niha di deh salên borî de cara yekê ye ku berjewendîya gelê Îranê didin ber çavan.

Îran jiber toleyên Amerîkayê yên ser pişesazîyên banka û enerjîyê, nikarîbû bi dehên milyaran dolarên xwe yên li bankên biyanî, bi taybet jî derfirotina petrol û gazê bistîne.

Îranê danûstandinên rasterast bi Amerîka re red kir û danûstandinên nerasterast yên bo vejandina peymana navokî ya 2015'an yên armanc dike ku Îran xebatên xwe yên afirandina çeka navokî bide sekinandin, di Hezîranê de hatin rawestandin.

Welatên rojavayî bang li Îranê kirin ku vegere danûstandinan û her wiha gotin ku dem diqede jiber ku bernameya navokî ya Tehranê ji sînorên ku ji hêla peymanê ve hatine destnîşan kirine ve, pir pêşve diçe.

Amirabdollahian dubare kir ku Îran dê "di demek nêzîk" de vegere danûstandinên navokî yên rawestiyayî yên li Vîyana û her wiha red kir ku tarîxeke bide.

Tehran dibêje ku xebatên wê yên navokî dibe ku paşve were girtin heke Washington tevahîya toleyan rake.

Karbidestên Îranî û yên welatên Rojavayî dibêjin ku berîya peyman were zindî kirin gelek pirsgirêk hene ku divê werin çareser kirin.

XS
SM
MD
LG