Berdevkê hikûmeta Îranê Alî Rabieyî îro Sêşemê got ku ger Amerîka êrîşî wan bike, ewê dê bersîvdaneke gelek tund bibînin.
“Her êrîşeke dijî Îranê wê bêguman rûbirûyê bersîvdaneke gelek tund be,” Rabieyî got.
Wî îdia kir ku Amerîka bi nêrînên wiha dixwaze li herêmê û cîhanê bibe sedema bêîstiqrarîyê.
Reutersê do Duşemê ragihandibû ku Serokê Amerîka Donald Trump bi şêwirmendên xwe re êrîşeke ser kargeha Natanz ya dewlemendkirina uranyumê gotûbêj kir.
Ajansê lêzêde kir ku dû re şêwirmendan ew qane kir ku êrîşeke wiha neke.