Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Darve Kirina Kesekî Paşde Dixe


Weneyeke sembolîk ya bo cezaya darvekirina li Îranê

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û komên mafên mirovan roja Çarşemê dîyar kirin ku Îranê darve kirina zilamekî bo niha rawestandiye, lê ew di bin xeterîya darvekirinê de ye,.

Ev biryara darvekirinê di asta navneteweyî de dihat rexne kirin.

Ev kesa dema ku 17 salî bûye bi tawana kuştinê hatiye girtin.

Arman Abdolali, niha 25 salî ye, piştî dadgehkirina ku komên mafan wek ne dadmend binav dikin, hatiye ceza kirin.

Abdulali bo amadekariya darvekirina wî roja Çarşemê, li girtîgeha Rajayî Shahr li Kerec, li rojavayê Tehranê, hatibû xistinê hucreya yekkesî.

Wî roja Sêşemê bi dêûbavê xwe re hevdîtina dawî, pêk anîbû.

Amnesty û rexistina Mafên Mirovan ya Îranê (IHR) ku navenda wê li Oslo ye dibêjin ku darvekirin pêk nehat,lê fîkar hene ku dibe ku roja Şemîyê pêk were.

Biryara darvekirina Abdulali, rexneyên navneteweyî yên dijî cezaya darvekirinê ya li Îranê, jinûve zêde kir.

Komên mafan dibêjin ku peymanên navneteweyî yên ji hêla Îranê ve hatine îmzakirin qedexe dike ku kesek jiber tawanek ku di bin 18 salî de kiribe, were darve kirin.


Îran piştî Çînê her sal ji her welatî zêdetir mirovan darve dike. IHR got ku di 10 salên borî de herî kêm 64 sûcdarên ciwan li Îranê hatine darve kirin, ku herî kêm çar di 2020'an de hatine darve kirin.

XS
SM
MD
LG