Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje ku Girêdayî Ketina Firoka Ukraynî Jimereke Kes Hatin Girtin


Îranê îro Sêşemê ragihand ku jimareke kes hatine girtin ku bi anîna xwarê ya firoka Ukraynî têne sûcdar kirin ku tevahîya 176 kesên nav wê firokê di encamê de hatibûn kuştin.

Piştî ku hikûmeta Îranê mecbûr mabû ku bi çewtî gêrkirina firokê qebûl kiribû, hêrs û nerazîbûnên bîragiştî zêde bûbû û li seranser welêt xwepêşandanên dijî hikûmetê têne kirin.

Karbidestên Îranî herwiha ragihand ku wan 30 kes desteser kirine ku rola wan di wan xwepêşandanên dijî hikûmetê de heye.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî di gotara xwe ya televîzyonî de soz dabû kesên berpirsên xistina firok Ukraynî werin ceza kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG