Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rûdaneke Hîndarîya Leşkerî 19 Leşkerên Îranî Hatine Kuştin


Keştîyeke Îranî li Kendava Umanê (Arşîv)

Artêşa Îranê ragihand ku keştîyeke Îranê ya şer di hîndarîyeke leşkerî de bi xeletî mûşekek li gemîyeke din da û di encamê de 19 leşker hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Bûyer di dema hîndarîyekê de li Kendava Umanê pêk hat ku ew rêaveke hesas ya bi Tengava Hurmuzê ve girêdayî ye.

"Bûyer roja Yekşemê piştî nîvro di dema hîndarîyeke leşkerî ya Hêzên Deryayî yln Îranê li derdora başûrê bendera Bendar-e Ceşk ya ser Kendava Umanê pêk hat û 19 leşker hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn," televîzyona dewletê ji zarê artêşe ragihand.

Ji pêncan yek petrola cîhanê ji wê herêmê derbaz dibe û Îran pir caran hîndarîyên leşkerî li wê herêmê pêk tîne.

Ajansa Nûçeyan ya Fars jî ji zarê karbidestekî leşkerekî yê nedîyar hin nûçeyên medyaya Îranê red kirin ku dibêjin keştîya bi navê Konarak binav bûye.

Ajansa nûçeyan ya xwendekaran ya Îranê (ISNA) jî ji zarê artêşê ragihand ku lêpirsîna ronîkirina sedema bûyerê berdevam dike.

Televîzyona IRIB jî got ku keştîya Konarak ku ji alîyê Holandayê ve hatibû çêkirin û berî şoreşa Îslamî ya 1979’an hatibû kirîn, di sala 2018’an de ber destan hatiye derbaz kirin û çar mûşekên Cruise lê hatine bar kirin.

XS
SM
MD
LG