Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Hêzên Wê yên Leşkerî Wek Berê li Kendavê Ne


Keştîyokên Îranî nêzî gemîyeke şerker ya Amerîkî bûye (15 Nîsan 2020)

Ajansa nûçeyan ya ISNA îro Çarşemê ragihand ku artêşa Îranê dê mîsyonên xwe yên asayî li Kendavê berdevam bike.

Rojek berê, Amerîkayê hişyarî dabû hêzên li wê derê ku ji keştîyên şerî yên Amerîkayê dûr bimînin.

Hişyarîya Amerîka ya ji Îranê re piştî gefên Serokê Amerîka Donald Trump hat ku meha borî gotibû ew dê êrîşê li keştîyên Îranê bikin, heke Îran gemîyên leşkerî yên Amerîka tengav bike.

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Behreynê di daxuyanîkê de got ku hişdarîya wê jibo baştirkirina ewlehîyê, kêmkirina nezelalîyê û pêşîgirtina avêtina gavên xelet e.

Meha borî gava 11 keştîyên Îranî nêzîkî artêşa Amerîkayê û keştîyên wê yên parastina Kendavê bûbûn, Washingtonê ew bûyer wek helwesteke xeternak û provokatîf bi nav kiribû. Îranê jî jibo wê bûyerê neyarê xwe yê demdirêj tawanbar kiribû.

Nakokîyên di navbera Tehran û Washîngtonê ji 2018’an vir ve zêde bûne.

Di 2018’an de Trump ji peymana navokî ya Îranê ya digel şeş hêzan veqetîya û jinûve ambargo dana ser wî welatî ku aborîya wê terabera kiriye.

Serokê Pasdarên Îranê meha borî gotibû ku heke ewlehîya wê li Kendavê bin gefê de be, Tehran dê keştîyên şerî yên Amerîkî biruxîne.

Rêberên olî yên Îranê hebûna artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn wek gefekê jibo ewlehîya Komarîya Îslamî dibînin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG