Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îran Roja Şemîyê Sedema Ketina Firoka Ukraynî Eşkere Dike


Ajansa Reutersê ji zarê ajansa nûçeyan ya Fars ragihand ku hikûmeta Îranê wê sibê Şemîyê sedema ketina firoka Ukraynî ji bîragiştî re eşkere bike.

Karbidestên Amerîkî roja Pêncşemê ragihandibû ku bi bawerîya wan Îranê bi şaşitî firoka Ukraynî anîye xwarê ku Tehranê diçû paytexta Ukrayna Kîyevê.

Îranê berê dîyar kiribû ku firok jiber pirsgirêkên teknîkî gêr bûye, lê piştî ragihandina Amerîkî û piştgirîya Kanada ya wê daxuyanîyê, givaştinên ser Îranê zêde bûye

Amerîka dibêje ku Îranê demeke kurt piştî destpêbûna êrîşên mûşekî yên dijî bingehên wê li Îraqê, bi xeletî li firoka Ukraynî xistiye û ew anîye xwarê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hindurê firoka rêwîyan ya Ukraynî de hemî 176 rêwî hatibûn kuştin ku herî kêm 63 ji wan hemwelatîyên Kanada bûn.

Wezîrê Derve yê Ukraynî Vadym Prystaiko ragihandibû ku 82 qurbanî Îranî, 63 Kanadî, 11 Ukraynî, 10 Swêdî, 4 Afganî, 3 Alman û 3 jî Brîtanî bûn.

XS
SM
MD
LG