Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Çima li Îranê Belav Dibe?


Wezareta Saxlamî ya Îranê îro Çarşemê ragihand ku hejmara kesên ku jiber vîrusa korona li Îranê mirine, giheştiye 19 kesan.

Wezaretê da zanîn ku bheta niha bi giştî 139 bûyerên tomarkirî yên girêdayî vîrusa korona pêk hatine.

Dr. Rauf Kerîmî, ku li Îranê dijî, ji Dengê Amerîka re got ku belavbûna vîrusa korana li Îranê bi Çînê girêdayî ye.

"Di navbera Îran û Çînê de peywendîya xurt ya bazirganî heye. Karbidest û xendekarên ku hatin, çûna Çînê dikin, ew vîrus anî Îranê."

Dr. Kerîmî ji hemwelatîyan re pêşnîyar dike ku ji cîhên civakî dûr bisekinin û silavkirina bi rêka givaştina destan û maçkirinê nekin û destên xwe û tiştên ku dixwin bi başî bişûn.

Dr. Rauf Karimi_Coronavirus_02_26_2020_JD.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:13 0:00


XS
SM
MD
LG