Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên jiber Korona li Îranê bi Berdewamî Bilind Dibe


Termê qurbanîyekî korona li Tehranê (Adar 3 2020)

Hejmara mirinên ji vîrusa korona li Îranê, ku bi awayê berdewam zêde dibe, giheşt 4777 kesan.

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 94 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.

Cîhanpur di televîzyona dewletê de got ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî bû 76,389 kes.

Îran ew welatê li Rojhilata Navîn e ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran kes nexweş ketine û mirine.

XS
SM
MD
LG