Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê 239 Kes di Roja Borî de jiber Korona Mirine


Îranê îro Çarşemê ragihand ku 239 kes di 24 saetên dawî de jiber korona mirine.

Berdevka wezareta saxlemî ya Îranê Sîma Sadat Larî ragihand ku bi mirinên dawî hejmara giştî ya mirinên jiber korona giheşt 27,658 kesan.

Larî da zanîn ku 4,019 bûyerên nû yên pêketina korona hatine tomar kirin û hejmara giştî ya tûşbûnan jî bû 483,844.

Hêjayî bîrxistinê ye korona li Rojhilata Navîn herî zêde bandor li Îranê kiriye û bi hezaran kes bi vê vîrusê ketine.

XS
SM
MD
LG