Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korona li Îranê di 24 Saetên Dawî de 133 Kesên Din Kuştin


Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Sêşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 133 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dan.

Cîhanpur da zanîn ku hejmara giştî ya mirinên jiber korona jî giheşt 3,872 kesan.

Wî di televîzyona dewletê de got ku 2,089 bûyerên nû yên tûşbûna korona hatin tomar kirin û hejmara pêketîyên korona giheştiye 62,589 kesan ku rewşa 3,987 ji wan krîtîk e.

Îran ji destpêkirina belavbûna vîrusa korona vir ve gelek rûbirûyê zîyanên mezin bûye.

XS
SM
MD
LG