Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Heta Niha 4869 Kes ji Korona Mirine


Karkerekî Îranî li Eştehard maskan çêdike

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Pêncşemê ragihand ku hejmara mirinên ji vîrusa korona li wî welatî giheşt 4869 kesan.

Cîhanpur di televîzyona dewletê da got ku di 24 saetên dawî de 94 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.

Wî dîyar kir ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî giheşt 77,995 kesan.

Îran ew welatê li Rojhilata Navîn e ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran kes nexweş ketine û mirine.

XS
SM
MD
LG