Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên jiber Korona li Îranê Pirtir Dibe, Guman Heye ku Hejmar Hîn Bilindtir Be


Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Înê ragihand ku di 24 saetên dawî de 89 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dan.

Wî di televîzyona dewletê da got ku hejmara giştî ya mirinên ji vîrusa korona jî giheşt 4958 kesan.

Cîhanpur dîyar kir ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî giheşt 79,494 kesan û saxlemîya ji wan 3,563 kesan di rewşeke krîtîk de ye.

Raporteke nû ya parlamana Îranê, ku berî çend rojan hatibû weşandin, dîyar kiribû ku reng e hejmara rastîn ya mirinên ji vîrusa korona ji pêzanînên wezareta saxlemîyê du car zêdetir be.

Rapor herwiha dibêje ku îhtîmal e hejmara bûyerên pêketina korona jî deh car ji agahîyên fermî pirtir be.

Îran ew welatê li Rojhilata Navîn e ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran kes nexweş ketine û mirine.

XS
SM
MD
LG