Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Hejmara Mirinên ji Korona Bû 6028 Kes


Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Pêncşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 71 kesên din jiber vîrusa korona mirin.

Cîhanpur di televîzyona dewletê da got ku hejmara giştî ya mirinên ji vîrusa korona jî giheşt 6, 028 kesan.

Wî dîyar kir ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî bû 94,640 kes.

Îran li Rojhilata Navîn welatê yekê ye ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran Îranî jiber korona nexweş ketine û mirine.

XS
SM
MD
LG