Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê 63 Kesên Din jiber Vîrusa Korona Mirin


Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Înê ragihand hejmara mirinên ji korona di 24 saetên dawî de 63 kesên din zêde bû.

Cîhanpur da zanîn got ku hejmara giştî ya mirinên ji vîrusa korona jî giheşt 6, 091 kesan.

Wî dîyar kir ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî bû 95,646 kes û rewşa 2,899 kesan jî di rewşeke krîtîk de ye.

XS
SM
MD
LG