Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Mirinên jiber Korona Nasekinin, 78 Kesên Din Mirin


Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Çarşemê ragihand korona di 24 saetên dawî de 78 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.

Cîhanpur di televîyona dewletê de dîyar kir ku bi mirinên nû hejmara giştî ya mirinan giheşt 6,418 kesan.

Wî da zanîn got ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî bû 101,650.

Tehranê hefteya borî hin tedbîrên girêdayî vîrusa korona sist kiribûn û firoşgeh, bazar û parkên li wî welatî jî jinûve hatibûn vekirin û qedexeya ser rêwîtîya nav bajaran jî hatibû rakirin.

Îran li Rojhilata Navîn welatê yekê ye ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran Îranî jiber korona nexweş ketine û mirine.

XS
SM
MD
LG