Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Mirinên ji Korona Didomin Lê bi Sistkirina Hin Tedbîran Gel Herîkî Kolanan


Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Çaremê ragihand ku di 24 saetên dawî de 90 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.

Wî di televîzyona dewletê da got ku hejmara giştî ya mirinên ji vîrusa korona jî giheşt to 5,481 kesan.

Cîhanpur dîyar kir ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî giheşt 87,026 kesan.

Zêdebûna hejmara mirinan ji 14’ê Nîsanê vir ve di binê 100 de ye û hikûmeta Îranî hewil dide ku jîyana rojane vegerîne asta normal.

Bi sistkirina hin tedbîrên girêdayî vîrusa korona, Îranîyan îro herikîn firoşgeh û bazaran. Dîsa parkên li wî welatî jî jinûve hatin vekirin û qedexeya ser rêwîtîya nav bajaran jî hate rakirin.

Dîmenên ku di televîzyonan de hatin weşandin nîşan didan ku rêyên Tehranê bi trombîlan dagirtî bûn û gelek hemwelatî kirîn, firotinê dikin.

Îran li Rojhilata Navîn welatê yekê ye ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran Îranî jiber korona nexweş ketine û mirine.

XS
SM
MD
LG