Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê li Tengava Hurmuzê Mûşekeke Balîstîk Ceriband


(Arşîv)

Ajansa Associated Press radigîhîne ku Nobedarên Şoreşê (Sipahê Pasdaran) ya Komara Îslamî ya Îranî, li Tengava Hurmuzê de mûşekên balîstîkî cerîbandiyê.

Li gor APyê di cerîbandina mûşekên balîstîkî de nîmûnêyên gemî yên leşkerî ya Amerîkî hatîye bikaranîn.

Tewî ku televîzyona fermî ya Îranê dîmenên cerîbandina erîşê belav kir, te de cîhê ku ew operasyon hatîye çekirin nedîyar e.

Bikaranîna mûşekên balîstîkî di demekê de pek te ku alozîyen di navbera Amerîka û Tehranê bihêztir buye.

Amerîka, bi biryara Serok Donald Trump ji peymana navokî ya sala 2015’an vekişîbû, dijî Îranê toleyên nû ragihandibûn û girjîya di navbera her du dewletan de gur bûbû.

Cerîbandina mûşekên balîstîkî, 6 mehan piştî xistina firoka Ukraynî bi muşekan ve pek te ku ten zanin di encama wê de 176 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG