Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran jiber Pirsgirêka li Kargeha Natanzê Îsraîlê Sûcdar Dike


Kargeha Natanz ya dewlemendkirina uranyumê (Arşîv)
Kargeha Natanz ya dewlemendkirina uranyumê (Arşîv)

Îranê îro Duşemê Îsraîl tawanbar kir ku kiryara dijî kargeha wê ya navokî ya Natanzê pêk anîye.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Zarîf got ku Sîyonîst dixwazin tola xwe ji me hilînin jiber ku me di warê rakirona toleyan de pêşveçûneke berbiçav bi dest xistiye.

“Emê nekevin dafika wan...Emê nehêlin kiryarên wiha yên sabotajkar ku bandore li ser danûstandinên navokî bikin,” Zarîf got.

Îranê ragihand ku kesê ku bûye sedema qutbûna elektrîkê li yek ji navendên hilberînê yên li kargeheke dewlemendkirina uranyumê hate girtin.

“Pîvanên pêdivî hatin girtin ku ew kes were desteser kirin,” medyaya dewleta Îranê, bê ku ti hûrgilî bide, ragihand.

XS
SM
MD
LG