Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îranê Keştîyeke Tijî Neft Şand Sûrîyê


Keştîyeke negthilgir ya Îranê
Keştîyeke negthilgir ya Îranê

Ajansa Reuters radigihîne ku Îranê jibo ku alîkarîya Sûrîyê bike, hefteya çûyî tankereke tijî neft şandiye wî welatî ku rûbirûyê krîza tunebûna şewitê ye.

Dîsa, tankereke din ya tijî neft jî giheştiye Sûrîyê ku ji hêla karsazekî nedîyar ve ji wî welatî re hatiye şandin.

Sûrîyê vê zivistanê demeke dijwar borandibû û hikûmeta Beşar Esad neçar mabû ku belavkirina benzînê û şewita xwarinçêkirinê sînordar bike û bixe bin kontrolê. Wek encama wê, dorên gelek dirêj li pêş benzînxaneyan çêbûbûn.

Rojnameya Al Watan ya Sûrî meha derbazûyî nivîsîbû ku kêmahîya şewitê, piştî ku Îranê hinartina neftê ji Sûrîyê re sekinadin, destpê kiribû.

Îran, ji dirêjîya şerê navxweyî vir ve, hevalbenda herî nêzîk ya Esad e û hem ji hêla leşkerî û hem jî ji alîyê diravî gelek alîkarîya Sûrîyê kiriye, lê ew bi xwe jî ketiye rewşeke dijwar, piştî ku Washingtonê jinûve toleyên aborî danîne ser Tehranê.

XS
SM
MD
LG