Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Îranê Nêzî 10,000 Xebatkarên Tendirustîyê Tûşî Korona Bûne


Ajansa nûçeyan ya nîvfermî hya Îranê ILNA îro Pêncşemê ji zarê cîgirê wezîrê saxlemîyê ragihand ku nêzîkî 10,000 xebatkarên tendirustîyê tûşî vîrusa korona bûne.

Xizmetên tendirustîyê li Îranê ne baş in. Ew welat bi 7,249 mirî û 129,341 pêketîyan li Rojhilata Navîn welatî herî zêde ye ku ji pandemîyê zarar dîtîye.

Wezareta Saxlemîyê dibêje ku di meha Nîsanê da zêdetirî 100 xebatkarên tendirustîyê ji COVID-19 miribûn. Lê hûrgilîyên zêdetir li ser pêketîyan di nav wan kedkaran de yekser berdest nebûne.

Televîzyona dewletê ragihand ku Wezîrê Saxlemîyê Saîd Namaki îro gazî Îranîyan kiriye ku di vê betlaneya olî ya cejna Ramazanê da neçin gerîyanê da ku berê pêlek nû ya koronayê were girtin.

Îranî bi gelemperî jibo dawîya meha Ramazanê diçin bajarên cûda yên welat û Namaki dibêje ew jî dibe ku bibe sedema piştguhêxistina dûrketina civakî û destpêbûna pêleke nû ya belavbûna nexweşîya COVID -19.

“Ez ji we dixwazim ku di dema cejnê da neçin gerîyanê. Bê guman, gerîyanên wisa dibe sedema pêketîyên nû... Divê mirov hatûçûya ew cîhên sor yên metirsîyê neke. Li gelek cîhan 90% rûniştvan hêşta tûşî nexweşîyê nebûne. Pêleke nû ya nexweşîyê dê gelek dijwar be ku em bikarin kontrol bikin.”

Raporek ji navenda lêkolîna parlamanê dîyar kiribû ku hejmara rast ya pêketîyan û mirinan li Îranê dibe ku nêzîkî du qat ji ya wezîre saxlemîyê eşkere kirî, zêdetir be.

Lê jiber fikarên ku sînorkirina çalakîyên gelemperî dê zararê bide aborîya ku jixwe jiber ambargoya Amerîkayê serûbin bûye, hikûmetê di dawîya meha Nîsanê vir ve piranîya bergirîyên li ser jîyana rojane sist kirîye.

Hêjayî balkişandinê ye ku di du hefteyên dawîyê da hejmara pêketîyan bilind bûye, lê Serokî Îranê Hesen Ruhanî roja Çarşemê gotibp ku ewê di demeke nêzîk de nexweşîyê kontrol bikin.

XS
SM
MD
LG