Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje ku Heta 27'ê Hezîranê Uranyuma Destê Wê ji 300 Kîloyan Pirtir Be


Berdevikê sazîya enerjîya atomî yê Îranê Behrûz Kemalvendî îro Duşemê got ku ewê di demeke kin de bikaribin asta sînorê uranyuma dewlemendkirî derbaz bikin, ku peymana navokî ya navnetewî ya 2015’an destûr dabû wê.

Kemalvendî, di axaftina xwe ya televîzyonî de got ku uranyuma ber destê wan heta 27'ê Hezîranê dê ji lîmîta 300 kîlograman pirtir be.

“Ger Îran di derheqa kêmkirina bandorên toleyên Amerîkî de, ji alîyên din yên peymana navokî alîkarî bistîne, ew amade ye ku careke din bizivire ser xala lîmîtkirina uranyuma dewlemendkirî,” Kemalvendî got.

Îranê, wek beşeke ji peymana navokî, qayil bûbû ku programa xwe ya navokî sînordar bike û beramber wê yekê jî toleyên ser aborîya wê hatibûn sist kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump di Gulana 2018’an de Washington ji peymana navokî ya ligel Îranê vekişandibû û di Mijdara 2018’an de biryara jinûve destpêkirina toleyên dijî Tehranê dabû.

Trump hişyarî dabû Îranê ku hember wan gaveke şaş nevêje da ku rûbirûyê encamên wêranker nebe.

XS
SM
MD
LG