Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serwokwezîrê Îraqê Mustefa Al Kazimî Serdana Îmaratan Dike


Şêx Muhamed Al Nahyan Û Mustefa Al Kazimî li Abu Dabî
Şêx Muhamed Al Nahyan Û Mustefa Al Kazimî li Abu Dabî

Serokwezîrê Îraqê Mustefa al Kazimî bi serokatiya şandeke Îraqê li Îmaratên Erebî Yên Yekgirtî bû, Kazimî di hesaba xwe ya twîterê de dibêje, "di çarçova rojeva hikûmeta Îraqê de ya pêşxistina têkiliyan bi cîhanê û welatên cîran û civaka Ereban re, û li ser bingeha bejwendiyên hevpar, tevî şandeke hikûmetê me serdana Îmaratên Erebî Yên Yekgirtî pêkanî, me gelek dosya gotûbêj kirin ku di wan de têkiliyên dualî û pêşxistina hevkariya herdu welatan hene."

Nivêsîngeha Rojnamegerî ya Serokwezîrê Îraqê dîsan di hesaba twîtera xwe ya fermî de twîtek derbarê serdanê weşand dibêje, "di çarçova serdana fermî ya Îmaratên Erebî Yên Yekgirtî de, Serokê Civata Wezîran Al Kazimî li gel Hakimê DUBAI Şêx Muhamed Al Maktûm dîdar encam dan, herwiha li gel rêzdar Şêx Muhamed têkilî û hevkariya herdu welatan û pêşxistina mekanîzma di her warî de hatin gotûbêj kirin.

Roja Yekşemê Şêx Muhamed Al Maktûm Hakimê Îmaratan pêşwazî li Mustefa Al Kazimî kir û di hesaba twîtera xwe de weşand û got "Îro min pêşwazî li Mustefa Kazimî Serwokwezîrê Îraqa bira kir…Me gotûbêj û axiftin derbarê avakirina têkilyên bihêz û bilindtir yên herdu welatan kirin, Îraq ne weke her welatek dinê ye..Ew sibeya şaristaniyeta mirovahiyê ye..Li destpêkê Îraq hebû, paşî şaristanî…Bi hêviya xwedê dê vegere ve..Jiber ku ji dema beriya 7 hezar salan ew ji şariystaniyetê varê nebûye".

Serdan Kazimî bû Abu Dabî kêmtir ji hefteyekê pêkhat ku bi serdanekê li Erebistana saûdî bû, ew serdan jî bi armanca bihêzkirina têkiliyên herdu welatan û xurtkirina têkiliyên bazirganî pêkhatbû.

Kazimî li Abu Dabî bi Pirensê Cîgir Şêx Muhamed bin Zayed Al Nahyan dîdar enca dan û li ser têkiliyên Îmaratên Erebî yên Yekgirtî û Îraqê danûstandin encam dan.

Serdanên Mustefa Kazimî wî çaxî pêk tên dema ku çend rojên kêm mane ku Amerîka û Îraq bi rêya onlayan û bi beşdariya berpirsên herdu welatan "Diyaloga Stratejî", bidin destpêkirin.

XS
SM
MD
LG