Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên Îraqê Dom Dikin Kesek Tê Kuştin Û 21 Kes Birîndar


Termên qurbaniyên protestoyên Îraqê

Berpirsekî Îraqî roja Sêşemê ragihand ku di encama berdewamiya protestoyên li Îraqê de, li paytext Bexda kesek hatîye kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.

Berpirsên saxlemî û ewlekarîya Îraqê dane zanîn ku roja Sêşemê xwepêşanderek li cada al Raşîd li nêzîk pira al Ahrar jiyana xwe ji dest daye piştî ku bi guleya metatî ya ji aliyê hêzên ewlekarîyê ve hatî avêtin.

Piştî xwepêşandanên li Îraqê destpêka meha Oktoberê hatbûn destpêkirin, heta niha zêdetir ji 350 xwepêşander hatine kuştin ku piraniya wan xurt in, herwiha hezaran kes birîndar bûne.

Li aliyek din kenalê Al Hurra yê Amerîkî ku li Virginia bi zimanê Erebî weşandê dike, hin dîmenên videoyî yên protestoyên li bajarê Kerbela weşandin û hat zanîn ku hêzên ewlekarîyê guleyan berdidin xwepêşanderan û hêzên nehiştina aloziyan dixwazin xwepêşanderan belav bikin, lê xwepêşander li serê hin cade û navendên bajar tekeran di şewitînin û nahêlin hêzên ewlekarîya wan belav bikin.

Xwepêşanderên Îraqî ji bo başkirina xizmetgozarîyan û peyda kirina derfeta kar û nehiştina gendelîyê daxwaza herifandina hikûmeta niha ya Îraqê dikin, herwiha yek ji daxwazên protestoyan nerazîbûnên li dijî Îranê ne, da ku destê xwe nexe nav karên navxwe yên Îraqê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG