Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Îraqê Dom Dikin û Yek Din li Nasirîyê Hat Kuştin


Xwendekarên Îraqê di xwepêşandan de

Çavkaniyên tendirustîya Îraqê roja Duşemê ji ajansa Frans Press ra gotîye, xwepêşanderêkê sivîl li bajarê Nasirîyê, yê li jêrîya Îraqê hatîye kuştin.

Çavkanî dibêje, hêzên ewlekarî û zêrevanên zanîngeha bajarê Nasirîyê xwepêşanderek kuştîye, piştî ku gule berdane ser xwepêşanderan, dema dixwestin deriyê zanîngeha bajêr ji hatin û çûnê blok bikin.

Li gor rêxistin û komîtên mafên mirovan, li Îraqê heta niha zêdetir ji 540 welatiyên Îraqî di xwepêşandan da hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne.

Alozî li bajarên navend û jêrîya Îraqê zêdetir bûne bi taybet piştî buyera bajarê Necef li hefteya bûrî ku 7 kes hatbûn kuştin, piştî ku xwediyên komên şîn êrîş bir ser xwepêşanderan û konên wan şewitand bûn, xwediyên komên şîn weke aligirên kesatiyê olî Muqteda Al Sadir dihên nas kirin.

Xwepêşander ji wezîfedar kirina Mihemed Alawî jî weke serok hikûmetê nû di nerazîne û dibêjin destê wî jî di gendelî û sîstema siyasî ya Îraqê da heye.

Xwepêşanderên ji doh û vir da beşdar bûne, piraniya wan xwendekarên zanîngeha û dibistanên amadeyî ne.

Ji hejî bîrxistinê ye ku 1ê meha 10 ya sala 2019an xwepêşandanên li Îraqê bi armanca nehêlana gendelî û başkirina xizmetkariyên jiyana rojane hatbûn destpêkirin, xwepêşander dibêjin ew qebûl nakin kesên girêdana bi Îranê ra heye û beşdarî gendelî û siyaseta xerab ya Îraqê da kirine di desthilatê da bimînin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG