Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Hilbijartinê li Îraqê Bidawbû Û Komisyona Hilbijartinan Sopasiyên Xwe Pêşkeş Dike


Iraqîyan roja Yekşemê di hilbijartina giştî de deng dan, gelekan gotin ew dê hilbijartinan boykot bikin, ji ber ku baweriya wan bi sîstema demokratîk ya digel êrêşa Amerîkayê ya sala 2003an nahêt.

Hilbijartin çend mehan zû tê kirin li gorî qanûnek nû ya ku jibo harîkariya berbijêrên serbixwe hatî çêkirin herwekî bersivekê bo xwepêşandanên girseyî yên dijî hikûmetê du sal berê.

Lê tê çavrêkirin ku serweriya damezrandî di bin kontrola çekdar û Şîîyên Îslamî dê piranîya dengan wergirin.

Li gorî komîsyona hilbijartinan ya Iraqê, herî kêm 167 partî û zêdetirî 3200 kandîd ji bo 329 kursiyên Iraqê di parlamentoyê de hevrikiyê dikin.

Piştî Hilbijartinên Iraqê bi gelemperî bi mehan danûstandinên li ser serokkomar, serokwezîr û kabîneyê têne kirin.

Hilbijartin demjimêr 7ê sibeha roja Yekşemê vebûn û demjimêr 6ê êvarê hatin girtin.

Piştî deriyê navendên dengdanê hat girtin û dengdan bidawî bû, Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê daxyunaiyek weşand û da znaîn ku hilbijartin serkeftî bi encam bûn, sopsiyên xwe aresteyî hêzên ewlekariyê û dadgeha bilind ya fedral û çavdar û şandeyên navnetewî kirin.

Komsiyon dibêje hilbijartin di zelal in û dengên hatîne dan di parastîne û her çi pirsgirêekek yan giliyeke derbarê proseya dengdanê hebe ewê çareser bikin.

Komisyon dide zanîn ku ji derveyî dengdana elektronî, her hemî deng dê bi dest jî bêne hijmartin.

Komisyonê sopasiyên xwe arasteyî hemî Îraqiyan kirin ku beçdarî hilbijartinan bûn, û dibêje ew rastî gelek zehmetî û astengiyan hatine heta ku karîn bi şêweke weha proseya dengdan û hilbijartinê bigehînin dawiyê.

Komsiyon di 24 demjirên dahatî de encamên destpêkê yên dengdanê ragihîne û tê texmîn kirin û li gor plana komsiyonê heta 10 rojên din dê encamên dawiyê jî êne ragihandin.

XS
SM
MD
LG