Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqê 188 Zarokên Gumanbarên DAIŞ'ê Radestî Tirkîyê Kirin


Karbidestên Îraqî ragihand ku wan pirtir ji 188 zarokên Tirk yên endamên gumanbar yên DAIŞ’ê, li firîngeha Bexda radestî karbidestên Tirkîyê kirin.

Dadwerê Îraqî Abdulsettar el Birqdar ragihand ku zarok çûne Tirkîyê û di merasîma radestkirînê de karbidestên wezareta derve ya Îraqê û nûnerên UNICEF’ê û balyozxaneta Tirkîyê ysa Bexda jî amade bûn.

“Dadgeha lêpirsînên navendî, ku bi karê terorîzmê û gumanbarên bîyanî radibe, 188 zarokên ku ji alîyê terorîstên DAIŞ’ê ve li Îraqê hat hêştin, radestî Tirkîyê kirin,” Birqdar got.

XS
SM
MD
LG