Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Deh Hezaran Îraqîyên Guherînxwaz Îro Dîsa Diherikin Kolanan


Bi deh hezaran xwepêşanderên Îraqî îro Înê li navenda Bexda civîn û daxwazên guherînên berfireh di qada sîyasetê de kirin.

Xwepêşander bi pêgirî daxwaz dikin ku divê kes û komên ku sîyaseta Îraqê bi rêve dibin, nema xwedî bandro bin û hilbijartinên nû werin kirin.

Xwepêşandarên nerazî ji demeke dirêj vir ve li Qada Tahrîr ya navenda Bexdayê kon vekirine û li gor Reuterê her roj bi hezaran kes tev li wan dibin.

Karbidestên Îraqî û jêderên saxlemîyê ragihand ku şeva borî û îro sibê pirtir ji 50 kes birîndar bûn. Heta niha 250 kes di tundîya xwepêşandanan de hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûbûn.

Serokomarê Îraqê Berhem Salih şeva Pêncşemê gotibû ku divê qanûneke nû ya hilbijartinê were pejirandin ku hilbijartinên pêşdem werine kirin.

Salih piştgirî dabû xwepêşanderên dijî hikûmetê û daxwazên wan û ragihandibû ku ger rêberên sîyasî li ser navêkî şûngir li hev werin, Serokwezîr Adil Abdulmehdî amade ye karvekişîna xwe bide.

Wî dabû zanîn ku ofîsa wî dest bi hazirkirina qanûneke nû kiriye û çaverê ye hefteya tê ew pêşnîyar ji parlamanê re were pêşkêş kirin.

Salih tundîya hember xwepêçanderna bi tundî rexne kiribû û gotibû ku divê kesên ku tundî û tûjî li ser xwepêşandaran kirin, werin ceza kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG