Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dibêje 8 Roket li Bingeheke Leşkerî ya Bakurê Bexda Ketin


Bingeha leşkerî ya Taci (Bakurê Bexda Arşîv)
Bingeha leşkerî ya Taci (Bakurê Bexda Arşîv)

Artêşa Îraqê îro bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku 8 roketên Katyusha li bingeheke wê ya 80 km li bakurê Bexda ketin û 4 kes tê de birîndar bûn.

Artêşa ragihand ku 2 ji kesên birîndar leşkerên Îraqî ne, lê ti agahî neda ku ew êrîş ji alîyê kê ve hatiye kirin.

Îranê hefteya borî bi mûşekan êrîş biribû ser bingeha El-Esad ya Îraqî ku hêzên Amerîkî tê de diman, lê ti kuştin û birîndarkirin çênebûbûn.

XS
SM
MD
LG