Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îrlanda Geşbîn E ku Ewê Tedbîrên Dijî Koronayê Sist Bike


Serokwezîrê Îrlandî Leo Varadkar îro Înê hêvîyên kêmkirina bergirîyên dûrketina civakî bilind kirin ku ji du metreyan bikeve yek metreyê, heke rêjeya pêketîyên vîrusa koronayê hîn kêmtir bibe.

"Ez bê guman dixwazim ku zûtir çêbibe. Birastî hejmarên hefteya tê dê nîşan bidin ka em ser rêya rast in yan nem" Varadkar got.

Sektora xwarin û vexwarinê li Ewrupa, ku rûbirûyê daxistina herî dirêj bûye, banga sistkirina tedbîran kir ku li hinek welatên din yên Ewrupî pêk hatine.

"Berî ku em wan bergirîyan sist bikin û belkî daêxîn 1 metreyê, ku ez dizanim gelek kes dixwaze, divê em bibînin ku virus pîçek din hatiye xarê. Em hêşta ne li wê astê ne, lê ez dibînim şansekê baş heye ku em bigehin wê derê.”

Hejmara pêketîyên COVID-19 ew du hefte ne ku di bin 100ê da maye û rêjeya jinûve derketina wê jî kêm bûye û ketiye 0.4 û 0.5 wê hefteyê.

Pisporê herî navdar yê nexweşîyên belavker yê Îrlandî got ku rewşa heyî gelek aram e.

Îrlandayê hefteya borî bergirîyên li malê mayînê bîçek sist kiribûn ku ew asta yekî ya plana pênc qonaxî ye.

Li gor wê plane xwaringeh dê dawîya Hezîranê de, otel di meha Tîrmehê de û meyxane jî di meha Tebaxê de dê werin vekirin.

Li gelek welatên din yên Ewrupî vegera normalkirinê zûtir pêk tên. Xwaringeh li Îtalya, Hollanda, Avusturya, Portekîz û Almanya li gor rênmayên sistkirî wek 1 heta 1.5 metreyan jinûve hatine vekirin.

Li Komara Çek, Îzlanda û Swîsra li gor rênmayên 2 metreyan ji Gulanê vir ve vekirî ne.

XS
SM
MD
LG