Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Divê Şerê Qarabaxê Nebe Şerekî Heremî


Azerbaijan Armenia

Serokê Îranê, îro roja Çarşêmê, hoşyarî da li ser gûrbûna şerê ya di navbera hêzên etnîkîyên Ermênî û Azerbaycanê û got ew dikare bibe sedema şerêkê heremî.

Di şera her du alî ket roja 11dehe, ku heta niha ji pitiri 300 kes li Qarebaxê de jiyana xwe ji dest dane. Li gor qanûnên navnetewî, Qarabax axa Azerbaycane, le niştecîhên we etnîkîyên Ermenine û ji aliye wan ve tê birêvebirin.

Îran, ku bi Ermenistan û Azerbaycanê re xwedîye sînorên hevpar e, bi her du devleten berê ya dema Sovyetê gotubej dike bi metîrsîya ku Tirkîye wekî hevalbenda Azerbeycan û Rûsya, ji ber peymana beravanîye li gel Ermenistanê, dikarin di nav wê şerê de bimînin.

Serokê Îranê di axaftina televîzyonê de got, “Divê ku em baldar bin ku şera di navbera Ermenîstan û Azerbeycan nebe şerêkê heremî. Bingeha karê me aşîtîye û em hevî dikin ku aramîya heremî bi aşîtîyane bi cîh bînin.”

Ruhanî her wiha got “Wê Îran nahêlê ku devletan bi hecêtên cûda terorîstan bişînîn ser sînorên me.”

Li alîyê din ve serokê Rûsya Vladimir Putin di hevpeyvîneke ser televizyonê de li ser bûyerên ku niha çedibin re got trajedîye û ji ber ve yeke Moskov pir metirsîdar e.

Her wiha, serokê Ajansa Sixûrîya Dervêyê Rûsya Sergei Naryshkin roja Sêşêmê got alozîya heremî balê terorîstan û kesen ku li Rojhelata Navîn kîregirtine dikşînê. Wî balkişand ku Qarabax wê dikare bibe bingehekê bo mîlîtanên Îslamî ku derbasî Rûsya û devletên din bin.

XS
SM
MD
LG