Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Baranên Tund de 3 Kes li Îspanya Hatine Kuştin


Karbidestên Îspanî ragihand ku di encama baranên boş de hejmara kesên ku li başûrê Îspanya hatine kuştin bûye 3 kes.

Karbidestan dîyar kir ku kesê ku îro li bajarê Endulus ya Almeria hate kuştin, hewil dida ku ji tunelekê derbaz be. Roja Pencşemê jî 2 zarok hatibûn kuçtin, piştî ku trombîla wan di nav avên baranê de mabû.

Li başûrê Îspanya du firêngeh, xetên trenê û bi dehan rêyên serekî jiber barêna baranên dijwar girtî ne.

Baranên tund li bajarên Valencia û Murcia gelek trombîl û paşmayîyên ser erdê ji rê derxistin û bi sedan kes neçar man ku cîh û warên xwe vala bikin.

Weşangera Îspanî Aena ragihand ku li firokexaneyên Almeria û Murcia hîn girtî ne û herwiha jimareke turîst li firîngeha Alicante asê mane.

Karbidestên Îspanî rûniştvanên herêmê hişyar dikin ku ji male dernekevin û otomobîlên xwe bi kar neyînin.

XS
SM
MD
LG