Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îspanya Hejmara Fermî ya Nexweşên COVID -19 ji 50 Hezarî Borî


Wezareta Saxlemî ya Îspanya îro Duşemê ragihand ku hejmara fermî ya mirinên ji nexweşîya COVID-19 giheşt 50,122 kesan.

Îspanya, ku nîfûsa wê 47 mîlyon e, heta niha 1.88 mîlyon bûyerên pêketina vîrusa korona tomar kirine.

Wezaretê bal kişand ku tedbîrên pêşîgir yên wek sînorkirina rêwîtîyê û danîna qedexeya derketinê di hefteyên dawî bûye alîkar ku belavbûna COVID-19 hêdîtir be.

“Di nava 14 rojên borî de ji her 100,000 hemwelatîyan 246 kes bi nexweşîyê ketine ku ew hejmara du 9’ê Mijdarê de 529 kes bû.”

Wezaretê bi berdewamî got ku rêjeya nivînên li beşa krîtîk ya nexweşxaneyan dora 21 ji sedê ye.

Hêjayî bîrxistinê ye Îspanya do Yekşemî dest bi programa vaksînkirinê kiribû û vaksîn pêşî li hemwelatîyên kal û pîr têne lêdan.

XS
SM
MD
LG