Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Piştî Derbazbûna Hezaran Penaxwazan ji Fasê, Hêzên Xwe Şandin Ceuta


A Spanish legionnaire indicates the direction to follow to Moroccan citizens on El Tarajal beach, as they get out of the water on the Spanish side of the fence between the Spanish-Moroccan border, after thousands of Moroccans swam across this border on Mo

Îspanyayê piştî ku bi hezaran koçber bi rêka avjenîyê giheştin Ceuta ya li bakurê Afrîkayê, îro Seşemê hezên xwe li heremê bicîh kiriye da ku li ser sînorê Fasê nobedarîyê bikin.

Serokwezîr Pedro Sanchez rewş jibo Îspanya û Ewrupa wek krîzek cidî û girîng bi nav kir.

Leşkerên di wesayîtên zirxî de îro parastina perava Ceuta dikin.

Bi dehan koçberên ku li nêzî peravê avjenîyê dikin û dimeşîn.

Bi sedan kesên din li aliyê din yê sînor ya nava axa Fasê disekini ku hereme Îspanyayê vediqetîne.

Vîdyoyên ser înternetê nîşan didin ku koçber berê, bi avjenî û bi hilkişîna ser têlan derbazî Ceuta dibin , lê ji hêla karbidetên Fasê ve nayên asteng kirin.

Hin pispor dibêjin ku Fas destûrdayîna koçberan bo derbazbûna Ceuta wek rêka givaştina ser Madrîdê bikar tîne.

Juan Jose Vivas, serokê herêmî yê Ceuta ji televîzyona 24H TV re got ku rewş aloz bû û êdî ne mimkun bû ku mirov bibêje çend koçber ketine hindur.

"Ev jiber bêdengîya eşkere ya karbidestên Fasê diqewime. Ev ji mijara koçberiyê derbaz dibe, em qala yekitiya axê, serwerî û sînorên Îspanya dikin," Vivas got.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Îspanya Fernando Grande-Marlaska ragihand ku bi qasî 6000 koçber, di nav wan de nêzî 1500 zarok jî, Duşem û Sêşemê derbazî Ceuta bûne.

Wî got nêzî 2.700 ji wan heya niha hatine dersînorkirinê Fasê.

Wezareta wî got ku Fas hemî koçberên ku paşve têne şandin li gor 'peymana jinûve şandinê' , qebûl dike.

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewrupa Margaritis Schinas ser twîtterê de ragihand ku sînorê eheremê sînorêkê Ewrupî ye, ' piştvanîya tevahî ya bi spanya re' anî ziman û hevdem banga peymana Ewrupî ya derbarê koçberîyê û 'parastina bihêz ya sînorên me' kir.

Fas, doza desthilatdarîya Ceuta û heremeke din ya Îspanî, Melilla dike.


XS
SM
MD
LG