Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îspanya 331 Kesên Din ji Vîrusa Korona Mirin


Hikûmeta Îspanî îro Duşemê ragihand ku di roja borî de 331 kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.

Hikûmetê bal kişand ku hejmara mirinên rojane ya îro ji hejmara roja Yekşemê bilindtir e ku do 288 kes ji korona miribûn.

Wezareta Saxlemî ya Îspanya da zanîn ku hejmara giştî ya mirinên ji korona ku Yekşemê 23,190 bû, îro giheşt 23,521 kesan.

Wezaretê ragihand ku hejmara giştî ya bûyerên pêketina korona yên piştrastkirî jî jî bû 209,465 ku roja berê ew hejmar 207,634 bû.

XS
SM
MD
LG