Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona li Îspanya Bû 3434 Kes


Hikûmeta Îspanî ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona şeva borî bi 738 kes zede bû û giheşt 3434 kesan.

Bi vê hejmara nû mirinên ji korona li Îspanya ji ya Çînê ya cîhê derketina korona jî derbaz kir.

Îtalya bi 6820 mirinên ji vîrusa korona welatê yeke yê cîhanê ye û Îspanya li dû di rêza duyê de ye.

Hikûmeta Îspanya 11 roj berê qedexeya derketina ya 15 rojî ragihandibû, lê karbidest didine zanîn ku ew di pêşîgirtina belavbûna korona de zehmetî dikşinin.

Jêderên nêzî hikûmetê dibêmin ku reng e qedexe bo 15 rojên din were dirêj kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG