Ajansa Reutersê îro Înê ragihand ku hikûmeta nû ya Îsraîlê, ku dawî li desthilata Benjamin Netanyahu ya 12 salan tîne, ber bi avakirinê ye.
Reuters dide zanîn ku alîyên hikûmeta nû îro rêketina dawî îmza kirne ku posta serokwezîrîyl jî bi dorê be.
Koalîyina ku ji partîyên rastgir tên tund heta partîyên çepgir yên tund berfireh e, bi piranî bala xwe bide ser mijarên aborî û civakî û hewil bide ku xwe ji banetên kêşebar yên wek girjîya bi Filîstînyan ve dûr bisekine.
Netanyahu ku di dîroka Îsraîlê de serokwezîrîya herî dirêj kiriye, posta xwe dihêle koalîsyonekê ku cara yekê ye nûnerên Erebên kêmanî jî tê de cîh digirin.
Li gor peymana dabeşkirina desthilatê, rêberê Partîya Yamina ya neteweperesta tund, Naftali Bennett wê jibo du salan serokwezîrîyê bike.