Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekemîn Nûnerê Îmaratan Bo Îsraîlê Sonda Yasayî Xwar


Qahîre- Ofîsa Ragihandina Îmaratên Yekbûyî yên Erebî da zanîn ku Mihemed Mahmûd Al-Xace roja Yekşemê li hember cîgirê hakimê Îmaratan Şêx Mihemed Bin Raşid Al-Maktûm weke yekemîn nûnerê Îmaratan li Îsraîlê sonda yasayî xwar.

Saziyên fermî yên ragihandina Îmaratên Yekbûyî yên Erebî got, hefteya derbazbûyî Encûmena Wezîran ya Îmratan damezrandina Balyozxaneya Îmaratan li Tel Avîv pejirandbû, di heman demê de Îsraîlê vekirina balayozxaneya xwe li Abu Dhabi ragihand.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Îsraîl û Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ji sala par meha Tebaxê dest bi normalize kirina peyweeniyan kirîye û bi hevkariya Amerîka têkiliyên Îsraîlê û hin welatên kendavê xweş bûye.

Piştî peymana Îbrahîm ya sala par sedan qeştiyarên Îsraîlî bilêtên firînê kirîne û çûne Îmaratan. Wezîrê torîzma Îsraîlê jî gotiye ku ew hêvî dikin rewşa qedexe ya jiber COVID-19 rabibe da ku hejmarên zêde yên qeştiyaran ji Îmaratan jî serdana Îsraîlê bikin.

XS
SM
MD
LG